Hutbeler
RÊZ Û NÎZAM
- 6 Kasım 2026
- Yayınlayan: Erdemliler Yolu
- Kategori: Cuma Hutbeleri (Kürtçe) - Xutbeya Kurdî
RÊZ Û NÎZAM
Ayeta Qur’anê:
اَلَّذ۪ي خَلَقَ سَبْعَ سَمٰوَاتٍ طِبَاقًاۜ مَا تَرٰى ف۪ي خَلْقِ الرَّحْمٰنِ مِنْ تَفَاوُتٍۜ فَارْجِعِ الْبَصَرَۙ هَلْ تَرٰى مِنْ فُطُورٍ
Ew e ku heft qat ezman bi hev re di ahengeke tam de afirandine. Tu di afirandina Rehman de tu bêrêkî nabînî. Careke din binêre! Ma tu dikarî kêmasiyekê bibînî? (Mulk, 67/3)
Musilmanên hêja!
Mijara xutbeya me rêz û nîzam e.
Rêz tê maneya rêzkirin, tertîbkirin, usûl û şêwazê. Nîzam jî tê maneya ku tişt li gorî usûlekê bên rêzkirin, ji belavbûnê bên rizgarkirin û di nav wan de pergal û aheng hebe.
Rêz û nîzam, ji afirandina kainatê heta jiyana rojane ya mirovan, di her aliyê hebûnê de wek nîzameke îlahî û exlaqekî heye.
Dema em karekî dikin, esas ew e ku em wî karî bi awayekî rast, bi rêz û bi kalîte bikin.
Di Qur’anê de Allah Teala dibêje:
“Bixebitin! Allah, Resûlê wî û mumîn jî dê karên we bibînin.” (Tewbe, 9/105)
Her wiha, Pêxemberê me (s.a.v.) jî wiha ferman kiriye:
“Allah jê razî dibe ku yek ji we, dema karekî dike, wî karî bi awayê herî baş û herî xurt (bi îtqan) bike.” (Taberanî)
Rêz û nîzam, rêyek e ku mirov xwe li gorî nîzama îlahî ya di kainatê de biguncîne û riza Allah bi dest bixe.
Musilmanekî bi rêz û nîzam, fikr û dema xwe baş bi kar tîne. Karê xwe bi awayekî sağlam dike û aramiyê dide derdora xwe.
Rêz û nîzama ku di jiyana mirov û derdora wî de heye, rewşa hundirê wî nîşan dide.
Mirovek ku ji bêrêkiya derdora xwe aciz nabe û girîngiyê nade wê, dibe ku dema guneh hundir û ruhê wî jî dorpêç bikin, ew ji vê yekê qet nerehet nebe. Dibe ku nebigirî û hêstir ji çavên wî nerijin.
Nîzam ne luks û ne jî rehetiya zêde ye. Berevajî vê, nîzam ew e ku mirov tiştên di destê xwe de bi awayê herî baş, herî bi feyde û bêyî ku çavan aciz bike, bi kar bîne. Qîmetê tiştên di destê xwe de bizane, ji îsrafê dûr bikeve û her tiştî li cihê wî yê munasib bi cih bike. Bi vî awayî, ahengekê çêbike ku ruhê mirov westiyayî neke.
Nîvê jiyanê nîzam e, nîvê din jî dîsîplîn e. Nîzam ji me re zemînekê amade dike, dîsîplîn jî dike ku em li ser wê zemînê bimeşin. Nîzam rêya me diyar dike, dîsîplîn jî keştiya me di wê rêyê de dimeşîne. Dema yek ji van duyan kêm be, nîzama jiyanê xerab dibe.
Tertîb ew e ku mirov her karî li gorî rêza wî û hin qaîdeyan bike. Ev tertîb hema hema di hemû ibadetan de heye û bûye rukneke girîng a wan.
Ji şûştina endamên abdestê li gorî rêza ku di Qur’ana Kerîm de hatiye diyarkirin, heta hereketên nimêjê ku li gorî rêzekê tên kirin, di hema hema hemû ibadetan de tertîb heye.
Îslamê ji bo ku mirov jiyaneke bi pîvan, bi îtidal û bi nîzam bijîn, qaîde û rêzikên herî munasib danîne. Ji ber vê yekê, mirov dikare bêje ku Îslam bi rastî dînê tertîbê ye.
Ji bo ku ruhê nîzamê di mirov de pêş bikeve, derdora ku mirov lê mezin dibe gelek girîng e. Lewra her mirov li gorî çand û derdora ku tê de mezin bûye, şekil digire.
Hesta rêz û nîzamê li hin kesan zû pêş dikeve. Carinan zarokek ku hê heft-heşt salî ye, nivîna xwe rast dike, cilên xwe berhev dike û odeya xwe rêk dixe.
Ev yek girêdayî wê ye ku ew zarok di derdoreke bi rêz û nîzam de mezin bûye û di nav malbateke bi edeb û terbîye, an jî di nav malbatên bi vî rengî de perwerde bûye.
Carinan jî ji bo ku mirov bibe kesekî xwedî rêz û nîzamê, divê terbîyeyeke baş bibîne.
Her wiha, eger mirov li gorî bernameyekê bijî û xwe bi jiyaneke bernamekirî re adet bike, ew mirov di rêz û nîzama cihê ku lê dimîne de jî gelek baldar dibe.
Mesela, mirovê ku her roj nimêjên xwe dike û di ibadetên xwe de qet kêmasiyê nake, ev tê wê maneyê ku di ibadetên wî de rêz û nîzamek heye.
Bêguman, ev rêz û nîzam dê di aliyên din ên jiyana wî de jî xwe nîşan bide.
Ew mirov, çawa ku di ibadet û taetên xwe de her tiştî li cihê xwe dike, di jiyana xwe ya maddî de jî her tiştî li cihê wî datîne. Bi vî awayî, ew di jiyaneke bi rêz, nîzam û aheng de dijî û di vê yekê de tu zehmetiyê nakêşe.
Dayika me Hezreta Aîşe wiha vedibêje:
“Resûlê Allah di mala xwe de wek her miroveke din tev digeriya. Cilên xwe bi xwe didirût, solên xwe tamîr dikir û di karên malê de alîkariya jinên xwe dikir.” (et-Tirmizî, eş-Şemâil, r. 283)
Pêxemberê me (s.a.v.) ji aliyekî ve beşdarî seferan dibû an jî wezîfeya xwe ya teblîxê bi cih dianî. Ji aliyê din ve jî bi terbîyeya zarokan re mijûl dibû û di karên malê de alîkarî dikir.
Carinan dibe ku mal paqij dikir, carinan jî cilên şûştî dişidand da ku ava wan derkeve. Kar çi dibe bila bibe,Resûlê Xwedê van karan dikir. Lewra ew mirovekî li gorî fitretê bû û ev karên wî qet ne tiştekî ku wî biçûk bike an jî ji bo wî bibin zillet bûn.
Heta xwezaya wî wisa bû ku dema kesên din karek dikirin, ew jî mutlaka alîkariyê dikir û ji wê karê para xwe digirt.
Dema di seferê de xwarin dihat amadekirin, wî digot:
“Bila ez jî darinan berhev bikim û agir pêxim.” (et-Taberî, Hülâsatü Siyeri Seyyidi’l-Beşer, r. 87)
Dema mescid dihat avakirin, her kesî kerpîçek hil dida, Resûlê Xwedê jî wek wan kerpîç hil dida û ji wan paş nedima. (Ahmed Îbn Henbel, el-Musned, 2/381)
Dema Resûlê Xwedê van karan dikir, navê wî li çar aliyên dinyayê dihat bibîranîn. Her kesî behsa wî û dînê ku wî anîbû dikir.
Wî dema xwe wisa bi rêz û nîzam kiribû ku di nav wan hemû berpirsiyariyên xwe yên gelek girîng de, ji bo karên bi vî rengî jî dem peyda dikir.
Ev yek di heman demê de nîşan dida ku Resûlê Xwedê di dil û ruhê xwe de çiqas ji rêz û nîzamê hez dikir û çiqas girîngî dida wê.
Rojekê, dema gorek dihat kolandin, Resûlê Xwedê (sallallahu aleyhi ve sellem) îşaretî kesê ku bêrek di destê wî de bû kir û got:
“Wê derê bi bêrê rast bikin.”
Wê demê ew sehabî got:
“Ya Resûlallah! Ma eger wisa bimîne, zirarekî wê heye?”
Resûlê Xwedê jî got:
“Çavan aciz dike.”
(Îmam Malik, el-Muwatta, Cenaîz, 14; Beyheqî, Şuabü’l-Îman, 4/334)
Erê, di navbera amel û reftarên mirov û jiyana wî ya hundirîn de têkiliyek heye. Ev her du hevdu piştgirî dikin û rêk dixin.
Rêz û nîzama ku di dil û ruhê Hezreta Omer de hebû, di jiyana wî ya civakî de jî xwe nîşan daye. Ew di her warî de mirovekî xwedî rêz û nîzam bû.
Sîstema edaletê, nîzama artêşê û rêxistinên ku dikarin wek bingeha avahiya dewleta modern bên hesibandin, hemû ji wan tiştan in ku Hezreta Omer ji bo dîroka mûesseseyên Îslamê hiştine. Ev hemû jî nîşana rêz û nîzama ku di dilê wî de hebû ne.
Gelî Mumînên ezîz!
Pêxemberê me (s.a.s.) hez nedikir ku mirov cilên kevin, perîşan û bê rêz li xwe bikin. Wî girîngî dida ku por, rîh û cilên wî bi rêz û paqij bin. Carinan jî kesên derdora xwe di vê mijarê de hişyar dikir.
Ji ber vê yekê, divê em jî li gorî îmkanên xwe girîngiyê bidin cil û berg û xuyangiya xwe. Divê em hewl bidin ku bi xuyangiya xwe çavên kesên din aciz nekin.
Rêz û nîzam, bi taybetî li cihên ku mirov bi hev re dimînin, ji aliyê heqê mirovan ve jî gelek girîng e.
Eger bêrêkî kesekî din aciz bike û bibe sedema nerehetiya wî, ew kesê ku bûye sedema vê yekê, dikeve heqê wî kesî.
Ew jî gelek girîng e ku mirov ji zarokatiya xwe ve bi jiyaneke bi rêz û nîzam re were adetkirin. Lewra bi vî awayî, ew dikare di paşerojê de wezîfeyên ku dikevin ser milê wî, bê kêmasî bi cih bîne.
Di paşerojê de ne ew milletên ku di warê teknîk û teknolojiyê de pêşketî ne, lê belê ew milletên ku girîngiyeke mezin didin mûesseseya zewacê û dizanin çawa nifşên xwe bigihînin asta mirovahiyê, dê li ser paşerojê serdest bin.
Milletên ku bi felsefeya xwe ya terbîyeyê nikarîbûne xwedî li nifşên xwe derkevin, eger ne îro be, sibê dê di nav çerxên bêrehm ên demê de hêdî hêdî ji holê rabin.
Dua û niyaza me ji Rebbê me ev e ku Xwedê malên me jî wek mala Pêxemberê me bike malên nimûne. Xwedê me di perwerdekirina nifşên bi rêz û nîzam de serfiraz bike. Amîn.