Hutbeler
HEMWELATÎBÛNA AKTÎF Û BEŞDARBÛNA DI CIVAKÊ DE
- 24 Eylül 2026
- Yayınlayan: Erdemliler Yolu
- Kategori: Cuma Hutbeleri (Kürtçe) - Xutbeya Kurdî
وَالَّذِينَ إِذَا أَصَابَهُمُ الْبَغْيُ هُمْ يَنْتَصِرُونَ (39)
HEMWELATÎBÛNA AKTÎF Û BEŞDARBÛNA DI CIVAKÊ DE
وَتَعَاوَنُوا عَلَى الْبِرِّ وَالتَّقْوٰىۖ وَلَا تَعَاوَنُوا عَلَى الْاِثْمِ وَالْعُدْوَانِۖ وَاتَّقُوا اللّٰهَۜ اِنَّ اللّٰهَ شَد۪يدُ الْعِقَابِ
“…Di qencî û teqwayê de alîkariya hev bikin. Di guneh û dijminahiyê de alîkariya hev nekin. Ji Allah bitirsin. Bêguman, ezabê Allah pir dijwar e.” (Maide, 5/2)
Musilmanên Muhterem!
Mijara hutbeya me ya îro, hemwelatîbûna aktîf û beşdarbûna di civakê de ye.
Qur’ana Kerîm, insan wek hebûnekî ku li ser rûyê erdê xwedî berpirsiyarî ye, dide nasîn. Ev berpirsiyarî tenê bi ibadetên ferdî re sînordar nabe. Xwediyê derketina feqîran, parastina sêwiyan, alîkarî û piştgirîya hev kirin jî di nav vê berpirsiyariyê de ne. Yanî ev, berpirsiyariyek e ku rasterast bi jiyana civakî ve girêdayî ye û gelek alî hene. Mûmin, di vê çarçoveya ku Qur’an nîşan dide de, divê hem li xilasbûna xwe bigere, hem jî ji bo aramî û huzûra civaka ku tê de dijî, pişta xwe bide.
Allahê Te‘ala di sûreta Âl-i Îmrân de dibêje:
“Divê di nav we de komek hebe ku gazî xêrê bike, emrê bi qenciyê bike û ji xerabiyê nehiy bike. Ew in ku digihîjin felahê.”
(Âl-i Îmrân, 3/10)
Bi vê ayetê, Allahê Te‘ala mûminan teşwîq dike ku di civakê de bi hev re xwedî hişmendiyeke civakî bin. Ev ayet dide zanîn ku divê komek ji civakê her dem bi qenciyê re mijûl bibe. Divê bi hemû rêyên perwerde û hînkirinê, qenciyê di nav civakê de belav bike. Herwiha ayet mizgîniyê dide ku yên vê yekê bikin, dê bigihîjin felahê.
Qur’an, insan wek “xelîfeyê li ser rûyê erdê” dide nasîn. (Beqere, 2/30)
Divê Musilman di civakên ku tê de dijîn de, vê têgihiştina “xelîfetiyê” li gorî şertên serdema me nîşan bidin. Ev jî bi hemwelatîbûna aktîf, perwerdeyê, xebatên alîkariya civakî, hestiyariya li hember jîngehê û diyalogê pêk tê.
Di ayeteke din de jî tê gotin ku qîmeta insan bi qenciyên ku ji kesên din re dike, tê dîtin. Allahê Te‘ala dibêje:
“Her çi qencî hûn bikin, hûn ê wê li cem Allah bibînin.”
(Beqere, 2/110)
Li gorî vê ayetê, qenciyên ku insan dike tu carî winda nabin. Xwedê Te‘ala dê bêguman, bi awayekî ku layiqî wî ye, karşılığê wan qenciyan bide.
Qur’ana Kerîm tenê ji mûminan re nabêje ku qenciyê bikin. Herwiha bi berfirehî dide zanîn ku qencî çi ye û çawa tê kirin. (Beqere, 2/177)
Ayet dide zanîn ku tenê rûyê xwe ber bi qibleyê ve kirin, nikare pîvana qencî û teqwayê be. Ya esas ew e ku insan bi wan tiştên ku îman pê aniye ve girêdayî bimîne û exlaqê xwe di jiyana xwe de nîşan bide.
Qenciya rastîn, bi wê yekê pêk tê ku zanîn bibe îman û îman jî bibe amel. Herwiha insan divê bizane ku ne tenê li hember Rabbê xwe, lê li hember mirovan jî berpirsiyar e. Ev e esasê wê qenciya rastîn ku Qur’an dide nasîn.
Jiyana Hezretî Pêxember (s.a.s.) bi mînakên qencî û alîkariyê tijî ye. Wî alîkariya her kesî dikir. Destê lawazan digirt, li sêwiyan xwedî derdiket, hurmeta kal û pîran dikir, serdana nexweşan dikir û alîkariya muhtacan dikir.
Ev mînak, hem hemwelatîbûna aktîf a Îslamê bi awayekî herî xweşik nîşan didin, hem jî bingeha medeniyeteke edalet û merhemetê ne ku insan dixe navenda xwe.
Di derbarê vê mijarê de hedîseke pir berfireh wiha ye:
“Di nav mirovan de yê herî qenc, ew e ku ji mirovan re herî zêde feyde dide.”
(Kenzü’l-Ummal, h. 43157)
Dema em li ser vê gotina Pêxemberê me bi baldarî bifikirin, em dibînin ku ew ji Musilmanan re rê nîşan dide. Divê Musilman bi hişmendiya hemwelatîbûna aktîf di civaka ku tê de dijîn de ji mirovan re bibin feyde. Di vê yekê de divê ferqa dîn, irq, jin û mêr û meslekê nekin.
Di demekê de ku têkiliyên di navbera Musilmanan û muşrikên Mekkeyê de pir teng û dijwar bûn, ayeteke kerîme nazil bû. Ev ayet jî qencî, insaf û edaletê emr dike:
“Ji wan kafirên ku ji ber dînê we bi we re şer nakin û we ji war û welatê we dernaxin re, Allah we ji qencî û edaletê re qedexe nake. Bêguman, Allah ji kesên adil hez dike.”
(Mumtehine, 60/8)
Rojekê Hezretî Pêxember (s.a.s.) bi sehabeyên xwe re bû. Tiliya xwe ya nîşankirinê û tiliya navîn nîşan da û wan hinekî ji hev dûr kir. Paşê got:
“Ez û kesê ku li sêwiyekî xwedî derdikeve, em ê di Cennetê de wisa bi hev re bin.”
(Buxarî, Talaq 25, Edeb 24)
Sêwî di civakê de ji kesên herî nazik, xemgîn û carinan jî herî muhtacê alîkariyê ne. – Di roja me de, zarokên ku dê an bavê wan di hepsê de ne jî di hukmê sêwiyan de ne. –
Hezretî Pêxember (s.a.s.) bi vê gotina xwe me teşwîq dike ku em li hember kesên muhtacê alîkarî û xwedîderketinê bêdeng nemînin. Divê em li wan xwedî derkevin û destê alîkariyê bidin wan.
Hemwelatîbûna aktîf tenê ew nîne ku em ji civakê re karên baş bikin. Pêşî li xerabiyan girtin û li hember tiştên nebaş bêdeng nemîn jî di nav vê berpirsiyariyê de ye.
Ev hedîs jî dide zanîn ku pêşî li xerabiyê girtin berpirsiyariyek e:
“Ji we kî xerabiyekê bibîne, bila bi destê xwe wê biguherîne. Heke hêza wî negihîje, bila bi zimanê xwe wê biguherîne. Heke hêza wî ji vê re jî negihîje, bila bi dilê xwe ji wê nefret bike. – Bila alîgirê xerabiyê nebe, li dijî wê raweste û hewl bide hem zalim û hem jî kesê ku li wî zulim tê kirin, ji wê zulmê xilas bike. – Ev dereceya îmanê ya herî zeîf e.”
(Muslim, Îman, 78)
Li hember xeletiyên di civakê de bêdeng nemîn, tenê karê amîran û aliman nîne. Her kes ji aramî û huzûra civaka ku tê de dijî berpirsiyar e. Herwiha ji xerabûna wê jî berpirsiyar e.
Hezretî Pêxember (s.a.s.) vê yekê bi mînaka keştiyekê pir xweş şirove dike:
“Halê kesên ku sînorên Xwedê diparêzin û kesên ku sînorên Xwedê naparêzin , mîna komek mirovan e ku li gemiyekê siwar bûne. Wan peşk avêtiye. Hinek li qata jorîn û hinek jî li qata jêrîn bi cih bûne.
Yên li jêr, dema av lazimî wan dibe, her car diçin qata jorîn. Paşê dibêjin: ‘Heke em li cihê xwe kunekê vekin, em ê ji vir avê bistînin û êdî yên li jor aciz nekin.’
Heke yên li jor destûr bidin wan û pêşî li wan negirin, ji ber kuna ku di keştiyê de hatiye vekirin, hemû bi hev re helak dibin. Lê heke pêşî li wan bigirin, hem ew û hem jî hemû kesên din xilas dibin.”
(Buxarî, Şirket, 6)
Alimên Îslamê bawer kirine ku huzûra civakê bi vê yekê pêk tê: İnsan hev nas bikin, di navbera kesên ku bawerî, çand û fikirên wan cuda ne de piran ava bikin. Her kesî bi rewşa wî qebûl bikin û di mirovahiyê de li hev bicivin.
Di vê mijarê de, ji cihkirina malbata Hezretî Yûsuf li Misrê, em dikarin di derbarê entegrasyonê de gelek dersan bigirin.
Hezretî Yûsuf (aleyhisselam), bi exlaqê xwe, bi muhabbeta ku di nav mirovan de çêkir, bi dilnermî û diyaloga xwe, mînakeke baş a entegrasyonê bû.
Wî berî her tiştî xwe li cem her kesî da hezkirinê. Hurmeta amiran digirt. Herwiha rêz li adet û toreya gelê wê derê digirt. Feydeya gel û hassasiyetên îdareyê li ber çavan digirt.
Dema di îdareyê de xwedî gotin bû, bi gel re bi zor û zextê muamele nekir. Wî tirsê neda wan ku dê asîmîle bibin.
Hezretî Yûsuf (aleyhisselam) her dem bi hesta îhsanê tevdigeriya. Hewl dida ku bikeve dilê mirovan û wan qezenc bike. Wî rewşa wê herêmê baştir kir. Ji bo qehatiya mezin rêyek dît û vê pirsgirêkê çareser kir. Digel hemû zehmetiyên ku dîtin, tewekkula xwe tu carî winda nekir. Tu carî isyan nekir, aciz nebû û xwe ji mirovan dûr nexist. Her dem bi umîd li pêşerojê dinêrî.
Îcar wezîfeya me jî ev e: Bê ku em westiyan bibin û bê ku em dev jê berdin, divê em ji civaka ku tê de dijîn û ji derdora xwe re bibin feyde. Divê em her dem bi umîd û gayret bixebitin.
Eger umîd zêde bibe û belav bibe, mîna duayê nêzîkî qebûlbûnê dibe.
Îcar divê em her dem bi umîd bijîn. Divê em carekê jî ji rehmeta Xwedê, efûya Wî û alîkariya Wî umîda xwe nebirrin.