Hutbeler
FEZÎLETÊN XWENDINA QUR’ANÊ
- 28 Kasım 2026
- Yayınlayan: Erdemliler Yolu
- Kategori: Cuma Hutbeleri (Kürtçe) - Xutbeya Kurdî
FEZÎLETÊN XWENDINA QUR’ANÊ
إِنَّ الَّذِينَ يَتْلُونَ كِتَابَ اللَّهِ وَأَقَامُوا الصَّلَاةَ وَأَنْفَقُوا مِمَّا رَزَقْنَاهُمْ سِرًّا وَعَلَانِيَةً يَرْجُونَ تِجَارَةً لَنْ تَبُورَ
“Kesên ku kitêba Allah dixwînin, nimêjê dikin û ji rizqê ku me daye wan, bi dizî û bi eşkereyî (ji bo Allah) xerc dikin, dikarin hêviya qazancekê bikin ku qet zirarê nabîne.” (Fatir; 35/29)
مَثَلُ الْمُؤْمِنِ الَّذِي يَقْرَأُ الْقُرْآنَ مَثَلُ الْأُتْرُجَّةِ رِيحُهَا طَيِّبٌ وَطَعْمُهَا طَيِّبٌ
“Mu’mînê ku Qur’anê dixwîne, mîna porteqalê ye. Hem tama wê xweş e, hem jî bêhna wê xweş e.” (Buxarî, Fezâilü’l-Qur’ân 17, 26)
Gelî Misilmanên muhterem!
Hutbeya me dê li ser “Fezîletên xwendina Qur’anê” be.
Qur’an ji bo ferd û civakê hîdayet, nesîhet û şîfaya derdan e. Bi derbasbûna demê Qur’an kevn nabe. Alim ji wê têr nabin. Mirov her çiqas wê bixwîne, jê bêzar nabe.
Kesên ku xwedî li Qur’anê derdikevin, xwendina wê dikin wirdê xwe û bi wê amel dikin, dibin xwediyê qazanceke ticaretê ku qet ji holê ranabe, bi dawî nabe û îflasa wê ne mimkun e.
Qur’ana Kerîm beneke pir bi hêz e ku Allah ji jor ve daxistiye da ku mirovan xilas bike. Hin gotinên Pêxemberê me (s.a.w.) li ser vê mijarê wiha ne:
“Qur’an beneke îlahî ye ku heta ser rûyê erdê hatiye dirêjkirin. Serê wê yê yekî di destê Allah de ye, serê wê yê din jî di destê we de ye. Kesên ku xwe bi wê ve digirin, rêya rast dibînin û ji helakbûnê xilas dibin. Kesên ku destê xwe bi wê nagirin, ji rêya rast dûr dikevin.” (Muslim, Fezâilu’s-Sahâbe, 37.)
“Ey Ebû Zer! Ji bo ku tu ayetekê ji kitêba Allah hîn bibî, serê sibê zû ji mala xwe derkevî, ji sed rekat nimêja (nafile) çêtir e.” (Îbn Mace, Sunnet, 16.)
“Her kesê ku ayetekê ji kitêba Xwedê hîn bibe, ew ayeta ku hîn bûye, roja qiyametê dê ji bo wî bibe nûr.” (Darimî, 2/444)
“Qur’ana Kerîm li cem Allah ji erd, ezman û hemû mexlûqên ku di navbera wan de ne, hêjatir e.” (Darimî, c. 2, s. 441)
“Hûn nikarin bi tiştekî ji Qur’anê bi fezîlettir vegerin cem Allah.” (Tirmizî, Sevabü’l-Qur’an, 17)
“Kesê ku di hafizaya wî de ti ayetek ji Qur’anê ezber nîne, mîna maleke wêran e.” (Tirmizî, Sevâbu’l-Qur’an, 18)
Qur’an li axiretê ji bo kesê ku xwedî lê derdikeve, dibe şefaatçi.
“Qur’anê bixwînin. Ji ber ku Qur’an roja qiyametê dê ji bo kesên ku wê dixwînin, wek şefaatçi bê.” (Muslim, Musafirîn 252)
“Dema ku mirov ji qebra xwe radibe, Qur’an wî dibîne ku rengê wî guheriye û lawaz bûye. Qur’an jê dipirse: ‘Tu min nas dikî?’ Ew jî dibêje: ‘Na.’ Hingê Qur’an dibêje: ‘Ez Qur’an im, hevalê te me. Min di germên dijwar de tu bê av û bi şev tu bê xew hiştî.’
Paşê taca weqarê li serê wî dikin û du cilên biqîmet li dê û bavê wî dikin. Dê û bavê wî dipirsin: ‘Ji ber çi ev cil li me hatin kirin?’ Ji wan re tê gotin: ‘Ji ber ku zarokê we bi Qur’anê re mijûl bû û ew dixwend.’” (Îbn Mace, Edeb, 52)
“Her kesê ku Qur’ana Kerîm bixwîne, hîn bibe û bi tiştên ku di wê de ne amel bike, roja qiyametê taceke ji nûrê ku mîna rojê dibiriqe, li serê dê û bavê wî tê danîn. Her wiha cilên xweşik ên cennetê ku li dinyayê mîna wan nîne, li wan tên kirin.” (Hakim, el-Mustedrek, c. 1, s. 568)
Sehabiyê ku Qur’anê xweş dixwend, Pêxemberê me kêfxweş kir:
Carekê diya me Hz. Aîşe piştî nimêja îşayê hinekî dereng hat. Pêxemberê me yê hêja jê pirsî ka li ku mabû. Wê jî got ku sehabi yekî bi dengekî bêhempa û bi awayekî xweş Qur’an dixwend. Ji ber ku wê guhdariya xwendina wî dikir, dereng mabû.
Pêxemberê me pir meraq kir ku ew kes kî ye. Rabû û çû mescidê. Hz. Aîşe jî li pey wî çû. Pêxemberê me (aleyhisselam) piştî ku hinekî guhdariya xwendina wî sehabî kir, berê xwe da Hz. Aîşe û kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman:
“Ev Salim e, koleyê Ebû Huzeyfe yê ku azad hatiye kirin. Hemd ji Allah re be ku di nav ummeta min de kesekî wiha afirandiye.” (Îbn Mace, Îqamet 176)
Maqamên manewî bi Qur’anê tên bidestxistin.
Li gorî ku mirov çiqas xwedî li Qur’anê derdikeve, wê dixwîne, ji wê fam dike û bi wê dijî, maqam û dereceyên wî yên li cennetê jî dê cuda bin. Resûlullah (s.a.s.) ev fezîleta ku Qur’an dide mirov, wiha aniye ziman:
“Ji kesê ku Qur’anê dixwîne û xwedî lê derdikeve, li axiretê dê bê gotin: ‘Bixwîne û di dereceyên cennetê de bilind bibe. Çawa ku te li dinyayê hêdî hêdî dixwend, niha jî wisa bixwîne. Ji ber ku maqamê te li gorî dereceya ayeta dawî ye ku tu dixwînî.’ (Ebû Dawûd, Witr, 20)
“Sê kom hene ku dehşeta qiyametê wan natirsîne. Ji bo wan di hesabê de tu zehmet nîne. Heta ku hesabê kesên din bi dawî bibe, ew li ser girikên miskê ne. Yek ji wan kesê ku ji bo bidestxistina rizaya Xwedê Qur’anê dixwîne.” (Ji Teberanî, Munzirî, et-Terğîb, 1/311)
“Her kesê ku bi şev deh ayetan bixwîne, ji gafilan nayê hesibandin.” (Ebû Dawûd, Salat, 326)
Pêxemberê me (s.a.s.) di dem û cihên cuda de ev gotin jî gotine:
Dema ku Pêxemberê me got: “Çawa ku hesin zeng digire, dil jî wisa zeng digirin”, sehabeyan pirsî: “Ya Resûlallah! Bi çi em zenga wan paqij bikin?” Pêxemberê me jî got: “Bi xwendina Qur’anê û bi bîranîna mirinê.” (Beyheqî, ji Îbn Omer; Îhya, c. 1, s. 775)
“Kesê ku Qur’ana Kerîm bi meharet dixwîne, di dereceya melekên Kiramen Katibîn de ye. Kesê ku nikare di wê dereceyê de bixwîne, lê bi niyeteke xalis hewl dide ku bixwîne, dema dixwîne zimanê wî li hev digire û tevî ku xwendina Qur’anê ji wî re zehmet e, dîsa jî bi zehmetî dixwîne, ji bo wî du sewab hene.” (Buxarî, Tewhîd, 52)
“Xêra mala ku tê de Qur’an tê xwendin zêde dibe. Ew mal ji kesên ku tê de dijîn re teng nabe. Di malên wiha de melek dicivin û şeytan dûr dikevin. Mala ku tê de Qur’an nayê xwendin, ji kesên ku tê de dijîn re teng dibe. Xêr û bereketa malên wiha kêm dibe. Melek ji wan dûr dikevin û şeytan li wan dicivin.
Mala ku tê de Qur’an tê xwendin û bi mana û tefsîra wê re tên mijûlbûn, çawa ku stêrk rûyê erdê ronî dikin, ew mal jî ji bo ehlê ezmanan wisa ronî dibe.” (Darimî, Sunen, 2/429-430; Heysemî, Mecma’uz-Zewaid)
Gelî Mu’mînên hêja!
Xaleke girîng jî ev e: Hînbûna xwendina Qur’anê bi qasî ku nimêja me sehîh be, wezîfeyeke li ser me ye. Alîkarîkirina kesên ku nizanin jî wezîfeya kesên ku dizanin e.
Em van sê mehên mubarek ên li pêşiya me wek fersendekê bibînin û hîn bibin ku Qur’anê rast û bi tecwîd bixwînin. Em di mijara Qur’anê de xwe bes nebînin. Em her tim hewl bidin ku pêşdetir biçin.
Divê em hem bi xwe Qur’anê rast û xweş bixwînin, hem jî malbat û hevalên xwe teşwîq bikin ku ew jî Qur’anê rast û xweş bixwînin.
Bi gotina “Ez şerm dikim” dev ji hînbûna Qur’anê berdan an jî her tim xwe li pişt bahaneyan veşartin û hînbûna Qur’anê paşxistin, dibe ku xapandina şeytan be.
Em bahaneyên nefsê bidin aliyekî. Ji bo ku em Qur’anê rast û xweş bixwînin, hîn bibin û hînî kesên din bikin, em bi hev re dest bi xebateke berfireh bikin. Ew demên ku em ji bo vê xebatê veqetînin, li cem Xwedê dê pir biqîmet û hêja bin.
Xwezî bi wan kesên ku bi wesîleya Qur’anê rizaya Rebê me bi dest dixin. Mizgînî be li wan kesên ku her demê wek fersendekê dibînin û ji bo xwendin û famkirina Qur’anê hewl didin.