Hutbeler
DINYAPERESTÎ
- 14 Eylül 2026
- Yayınlayan: Erdemliler Yolu
- Kategori: Cuma Hutbeleri (Kürtçe) - Xutbeya Kurdî
زُيِّنَ لِلنَّاسِ حُبُّ الشَّهَوَاتِ مِنَ النِّسَاءِ وَالْبَنِينَ وَالْقَنَاطِيرِ الْمُقَنْطَرَةِ مِنَ الذَّهَبِ وَالْفِضَّةِ
وَالْخَيْلِ الْمُسَوَّمَةِ وَالْأَنْعَامِ وَالْحَرْثِ ذَلِكَ مَتَاعُ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَاللَّهُ عِنْدَهُ حُسْنُ الْمَآبِ
Jin, zarok, zêr û zîvên bi kom kom hatine berhevkirin, hespên bedew, heywan û zevî û çandinî; ev tiştên ku nefs jê hez dike, ji mirovan re balkêş hatine nîşandan. Ev hemû tenê metaê jiyana dinyayê ya demkî ne. Lê cihê esil ê xweşik, ku mirov dê vegere wir, li cem Allah e.
(Âl-i Îmrân, 14)
لَوْ أَنَّ لِابْنِ آدَمَ وَادِيًا مِنْ ذَهَبٍ أَحَبَّ أَنْ يَكُونَ لَهُ وَادِيَانِ
“Ger ji kurê Adem re geliyek tijî zêr hebûya, wî dê geliyek din jî bixwesta.”
(Muslim, Zekât, 117)
Musilmanên Muhterem!
Mijara xutbeya me dinyaperestî ye; ew dinyaperestîya ku jiyana dînî ji hundir ve dixwe û qels dike.
Dinyaperestî, ew e ku mirov xwe dide ber cazîbeya dinyayê û dibe esîrê wê.
Dinyaperestî, dijberê wê jiyanê ye ku mirov dîn dixe navenda jiyana xwe, li gorî dîn difikire û dijî. Her ku girêdana bi dîn re kêm dibe, dinyaperestî zêde dibe. Her ku girêdana bi dîn re zêde dibe, dinyaperestî kêm dibe.
Herwiha dinyaperestî tiştek nîne ku carekê biqewime û biqede. Ew pêvajoyek e ku mirov hêdî hêdî dikeve navê.
Dinyaperestî ji bo Musilmanan afeteke pir xeternak e. Çawa ku agir dar dişewitîne û dike ax, û çawa ku zengar hesin dixwe û diqedîne, dinyaperestî jî mirov ji hundir ve hêdî hêdî xirab dike û diqedîne.
Dinyaperestî bi awayên cuda derdikeve pêşiya mirovan. Her kes jî dikare bi dereceyeke cuda bikeve nav wê.
Allah (c.c.) dinyaya me xweşik û cazîbedar afirandiye. Di fitreta mirovan de jî meylek ber bi dinyayê ve daniye. Dema cazîbeya dinyayê û meyla di fitreta mirovan de digihîjin hev, dilê mirov ber bi dinyayê ve tê kişandin.
Di encamê de mirov xwe dide ber dinyayê û dinyaperestî dest pê dike.
Divê mirov mal û nimetên dinyayê ji bo hewcedariyên xwe bi kar bîne. Lê mixabin, piştî demekê mirov dibe esîrê maddeyê. Di encamê de xweşikî û cazîbeya dinyayê jiyana dînî ya mirovan her tim dixwe û qels dike. Bi vî awayî mirov ji Allah dûr dikeve.
Ji aliyê Îslamê ve, di hezkirin û bidestxistina tiştên meşrû de ji bo mirovan mahzûr tune ye.
“Bi wan tiştên ku Allah daye te, hewl bide ku axireta xwe qezenc bikî. Di vê navê de para xwe ya ji dinyayê jî ji bîr neke. Çawa ku Allah li te îhsan kiriye, tu jî îhsan bike.”
(Qesas, 28/77)
Dema em di çarçoveya vê ayetê de li mijarê dinêrin, em dibînin ku Rabbê me (c.c.) dixwaze em tiştên dinyayî yên ku Wî dane me, ji bo bidestxistina axiretê bi kar bînin û di rêya Wî de xerc bikin.
Ev hedîsa şerîf jî di vê mijarê de rê û pîvanê nîşanî me dide. Peyxemberê me (s.a.s.) dibêje:
“Ji bo mirovekî salih, malê salih çiqas xweşik e.”
(Ahmed b. Hanbel, Musned, IV, 194)
Ev hedîs dide zanîn ku mirovekî salih bi malê dinyayê qenciyê dike.
Tişta ku divê em bala xwe bidinê ev e: Mesele ne xwedîbûna malê dinyayê ye; mesele ew e ku mirov bibe koleyê tiştên ku xwediyê wan e.
Bi gotina Hazretî Mevlana, mal ji bo mirovan divê wek ava ku keştî li ser digere be. Lê divê ew av nekeve hundirê keştiyê. Ji ber ku dema av dikeve hundirê keştiyê, heman av keştiyê binav dike.
Qur’ana Kerîm, piştî ku behsa pêxemberên berê û ümmetên wan ên ku îbadeta xwe ji Allah re bi cih dianîn dike, bi vê ayetê bala me dikişîne ser dinyaperestîya nifşên ku piştî wan hatine:
“Piştî wan nifşek hat ku nimêj zayi kir û li pey şehwetên xwe ket. Ew ê cezayê serhildana xwe bibînin.”
(Meryem, 19/59)
Bi vê ayetê, Qur’an behsa serpêhatiya dinyaperestiyê ya nifşên piştî wan dike.
Ev ayet îşaret bi du gavên pêşîn ên dinyaperestiyê dike.
Ya yekem, bi taybetî nimêj, terk kirina ibadetan e.
Ya duyem jî, li pey arzûyên nefsanî û süflî ketin e.
Tişta ku Qur’an dibêje, tenê ji bo ümmetên berê nîne. Di heman demê de ev hişyariyek e ji bo nifşên ku heta qiyametê dê werin. Yanî heman xeter ji bo wan jî heye.
Resûlê Xwedê (s.a.s.) endîşeya xwe ya di vê mijarê de ji bo ümmeta xwe bi van hedîsan tîne ziman:
“Yek ji tiştên ku ez jê ditirsim ev e: Piştî min nimet û zînetên dinyayê bikevin destê we û dilê we jî bi wan ve were girêdan.”
(Buxarî, Zekât, 47)
Di vê mijarê de hedîseke din jî wiha ye:
“Wallahî, piştî vê ez ji bo we ji feqîriyê natirsim. Berevajî, ez ji vê ditirsim ku wekî ümmetên berî we, dinya li ber we jî were raxistin. Hûn jî wek wan ji bo mal û nimetên dinyayê bi hev re bikevin reqabetê. Çawa ku dinya wan helak kir, ez ditirsim ku we jî helak bike.”
(Buxarî, Cenaiz 72; Menakıb 25)
Sahabeyên ku hişyariyên Peyxemberê me pir mühim didîtin, di mijara nimetên dinyayê de pir baldar tevdigeriyan. Heta di daîreya helal de jî ji xwe dipirsîn: “Ma em bi vê yekê dinyaperest dibin?” Wan her tim hesabê xwe ji xwe dipirsî.
Piştî asra sahabeyan, ku em dikarin jê re serdema zêrîn a Îslamê bibêjin, em di pirtûkên dîrokê de dixwînin ku civakên Musilman çawa ketine pêvajoya dinyaperestiyê. Em herwiha dixwînin ku dewletên hatine damezrandin ji ber vê yekê çawa hilweşiyane.
Îro jî em bi xemgînî dibînin ku ketina nav kêfa jiyanê, wek çakûçekî giran li ser Musilmanan dikeve. Ev rewş bûye nexweşiyek ku wan ji hundir ve hêdî hêdî dixwe û xirab dike.
Em dibînin ku kesên ketine nav vê girdabê dest bi bawerkirina li gorî jiyana xwe dikin. Em dibînin ku ji bo rewşa xwe meşrû bikin, çiqas hewl didin. Her ku hewl didin, zêdetir diçin bin.
Muminên Ezîz!
Carinan ketina nav gunehan jî nîşaneke dinyaperestî û ji eslê xwe dûrketinê ye.
Resûlê Xwedê (sallallahu aleyhi ve sellem) di hedîsekê de wiha dibêje:
“Dema ku bendeyek gunehek dike, li ser dilê wî xaleke reş çêdibe. Ger ew tobe bike, dev ji gunehê berde û efû bixwaze, dilê wî dîsa dibiriqe. Lê ger tobe neke û dîsa vegere gunehê, ew leke mezin dibe. Di dawiyê de hemû dilê wî digire.”
(Tirmizî, Tefsir, Mutaffifîn)
Ji vir em fam dikin ku dema mirov di jiyana qalbî de carekê deriyê qirêjbûnê vedike, ger bi tobeyê venegere, êdî nizane ku ev qirêjbûn dê li ku derê bisekine.
Gotina “Di hundirê her gunehekê de rêyek heye ku ber bi kufrê ve diçe” jî îşaret bi vê heqîqetê dike.
Sedema ku Qur’an bala me dikişîne ser vê mijarê û Peygamberê me ewqas li ser vê mijarê hişyarî dike ev e: Dawiya vê rêya ku mirov dikeve navê, dikare heta kufrê dirêj bibe.
Bi rastî jî Qur’an behsa hin kesan dike ku dinya ji axiretê zêdetir hez kirine û ji ber vê yekê ketine kufrê.
(bnr. Îbrahim, 14/3; Nahl, 16/105-107)
Divê mumin xwe biparêzin, da ku nekevin rewşeke wiha. Ji ber ku dinyaperestî û guherîn, mîna meşîna bê tedbîr li ser cemedê ye. Mirov dikare her dem li wir bişemitê û bikeve.
Ji ber vê yekê, divê em di cil û berg, şikl û awayê xwe de tu tiştî biçûk nebînin. Divê em her tim xwe ji aliyê manewî ve xwedî bikin û bixebitin. Di her mesele de divê em rêyên ku em wek xwe bimînin bibînin û di wê rê de bi biryardarî bisekinin.
Qet nehatiye dîtin ku kesên ku heqê meqamê xwe nedane û ji cihê xwe şemitîne, bigihîjin felahê.
Hatiye gotin:
“Kesê ku derdê wî dinya be, bi qasî dinyayê derdê wî heye! Kesê ku bi meseleên ulwî re mijûl nebe, derdên süflî dibin bela serê wî.”
Îmam Şafiî jî dibêje:
“Ger tu xwe bi heq re meşgûl nekî, tiştên batil ruhê te dorpêç dikin û her tim te meşgûl dikin.”
Ev gotina wî, ji bo wijdanên me wek reçeteyeke girîng e ku ji me re hatiye emanetkirin.
Rabbê me me ji dinyaperestiyê biparêze û lutfê xwe li me bike ku em hem dinyaya xwe hem jî axireta xwe mamûr bikin.
Âmîn.