Hutbeler
YÊ BÂQÎ TENÊ ALLAH E
- 23 Ekim 2026
- Yayınlayan: Erdemliler Yolu
- Kategori: Cuma Hutbeleri (Kürtçe) - Xutbeya Kurdî
YÊ BÂQÎ TENÊ ALLAH E
وَمَا مُحَمَّدٌ إِلَّا رَسُولٌ قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِهِ الرُّسُلُ أَفَإِنْ مَاتَ أَوْ قُتِلَ انْقَلَبْتُمْ عَلَى أَعْقَابِكُمْ وَمَنْ يَنْقَلِبْ عَلَى عَقِبَيْهِ فَلَنْ يَضُرَّ اللَّهَ شَيْئًا وَسَيَجْزِي اللَّهُ الشَّاكِرِينَ
“Muhammed tenê resûlek e, ango şandiyekî Allah e. Berî wî jî gelek resûl hatine û derbas bûne. Ma eger ew bimire an jî were kuştin, hûn ê vegerin paş û ji dînê xwe derkevin? Kî vegere paş û ji dînê xwe derkeve, bila bizane ku ew nikare tu zirarê bide Allah. Lê Allah dê wan kesên ku qedirê hîdayetê dizanin û şikir dikin, bi xelatên mezin mükafat bike.”
(Âl-i Îmrân, 144)
Pêxemberê me (s.a.s), wiha dibêje: اَلْعُلَمَاءُ وَرَثَةُ اْلأَنْبِيَاءِ
“Alim mîrasgirên pêxemberan in.” (Buxarî, Îlm, 10)
Misilmanên hêja!
Di xutba xwe ya îro de, em ê behsa heqîqeta mirinê, aliman û wezîfeyên hezkiriyên wan bikin.
Di vê dinyaya fanî de ku em tê de dijîn, yek ji heqîqetên herî mezin mirin e. Her sed salan carekê, nifşek dimire û nifşeke nû tê şûna wê.
Di Qur’ana Kerîm de Allah Teala wiha dibêje:
“Her nefs dê mirinê tam bike…. Di dawiyê de hûn ê bên anîn ber huzûra Me.” (Enbiya, 35)
“Bizanibin ku ew mirina ku hûn jê direvin, bêguman dê bigihîje we. Paşê hûn ê bên vegerandin cem Allah, yê ku hem tiştên veşartî û hem jî tiştên eşkere dizane. Ew ê jî hemû kirinên we ji we re bibêje.” (Cuma, 8)
Mirin, ku derbasbûna ji vê dinyayê bo axiretê ye, di heqîqetê de mîna jiyanê, afirandineke nû ya Allah e.
اَلَّذِي خَلَقَ الْمَوْتَ وَالْحَيَاةَ لِيَبْلُوَكُمْ أَيُّكُمْ أَحْسَنُ عَمَلًا وَهُوَ الْعَزِيزُ الْغَفُورُ
“Ew e ku mirin û jiyan afirandine, da ku we biceribîne û bibîne ka kî ji we karên çêtir dike. Ew Azîz û Xefûr e.” (Mulk, 67/2) Ev ayet vê heqîqetê diyar dike.
Mirin, mîna qedandina wezîfeyekê ye. Ew guherandina cihê mirov e. Her wiha, ew rêwîtiyek e ber bi alema ku ji sedî nod û nehê dost û hezkiriyên me lê ne.
Kesên ku mirinê wekî destpêka jiyaneke duyemîn û ebedî dibînin, her ku di dilê xwe de bayê wê yê şîrîn hîs dikin, biharên Cennetê jî hêdî hêdî li ber çavên wan xuya dibin.
Mirin, ji bo me ne tiştekî din e, ji bilî ku Cenabê Heq ji ruhê me re dibêje: “Were, êdî bi tevahî were cem min!”
Ev gazîkirin, gazîkirina ruhê me ye ber bi cîhekî ku gelek aliyên wî hene û ruhê me her dem lê digere. Her wiha, ber bi demeke ku gelek kûrahî di wê de heye.
Ji bo kesên ku Xwedê ji dil nas dikin û jê hez dikin, di vê gotina “Were!” de ewqas iltîfatek û ewqas teveccuheke mezin û sergêjker heye ku ruh, dema vê gaziyê dibihîze:
“Ey ruhê ku gihîştiye îtmînan û aramiyê! Vegere cem Rebbê xwe. Tu ji Wî razî yî û Ew jî ji te razî ye. Bikeve nav bendeyên Min ên xas û bikeve Cenneta Min!” (Fecr, 27–30)
Ew ruh êdî naxwaze deqeyekê jî li vê dinyayê bimîne.
Çimkî maneya vê gaziyê ev e:
“Ji tengavî û hewaya giran a vê dinyayê derkeve! Vegere Cenneta ku te winda kiriye û vegere welatê eslî yê ruhê xwe!”
Mirin, ji ber ku veqetînek e, li gorî aqil û hestên mirovî, bûyereke gelek xemgîn e. Ne mimkun e ku mirov vê xemgîniyê bi tevahî înkar bike. Her wiha, ne mimkun e ku mirov rê li ber axaftina dilê xwe bigire.
Kesên ku mirinê wekî careke din ji dayikbûnê û şiyarbûna ji bo jiyaneke ebedî dibînin, bi cesaret ber bi gorê ve diçin. Ew hevaltiya bi Ezraîl re û dostaniya bi Îsrafîl re wekî hev dibînin. Her lehzeya çûna xwe ber bi Xwedê ve, di bin rêberiya Cebraîl de, bi wê lezetê dijîn, wekî ku diçin Miracê.
Tarîfa alim jî wiha tê kirin:
Alim, ew kes e ku di serî de Qur’ana Kerîm, hedîsên Pêxemberê me û hemû sunnetên wî dizane. Her wiha, ji îlimên din ên Îslamî jî agahdar e û di van îliman de xwediyê zanîneke berfireh û bilind e.
Bi gotineke din, alim ew kes e ku bi zanîna heqîqetê hatiye xemilandin, ji bo marîfetê vekirî ye û tiştên ku divê bên zanîn, çawa ku ne, wisa dizane.
Alim, ew mirov in ku di her lehzeya jiyana xwe de, bi hal, helwest û tevgerên xwe bûne mînak ji bo kesên din.
Jiyana wan tijî mînakên hêja ye. Kesên ku di pêşerojê de bi îxlas û bêyî berjewendî kar dikin, dikarin ji jiyana wan rêya xwe bibînin.
“Mirina alimekî, mirina alemê ye.” Ev gotin wekî hedîs hatiye rîwayetkirin. (el-Leknewî, el-Âsâru’l-merfûa, r. 147)
Mirina alimekî heqîqî, wekî mirina alemê hatiye dîtin û ji bo mirovan musîbeteke gelek mezin hatiye hesibandin.
Di rastiyê de, her bûyerek ji bo me hişyariyek jî di xwe de dihewîne. Eger mirov vê hişyariyê fam bike, berê xwe bide Xwedê, sedeqe bide û xêrekê bike ku bibe kefareta wê belayê, ev kirin bi înayeta Allah dikarin bibin wesîle ku qeza û belayên mezintir ji me dûr bikevin.
Cenabê Allah, dema yek ji dostên xwe yên heqîqî ji vê dinyayê dibire, kesên ku li pey wî dimînin hişyar dike, dilên wan nerm dike û dibe sedem ku ew berê xwe bidin Wî.
Ew kesên ku li pey wî mane, bi dilên nerm û hestiyar berê xwe didin Xwedê û wiha dua dikin:
“Ya Allah! Tu Rebbê me yî. Tu dikarî hemû hewcedariyan bi cih bînî û hemû bela û musîbetan ji me dûr bikî. Ya Rebbî! Hewcedariyên me jî bi cih bîne û wan bela û musîbetên ku li ser serê me digerin, ji me dûr bike!”
Birayên min ên hêja!
Em ne li pey kesên fanî ne, em li pey heqîqetên baqî ne. Piştî ku Pêxemberê me (s.a.s) koça alemê din kir, Dînê Mubîn ê Îslamê berdewam kir. Gelek zehmetî û astengî derbas kir û heta îro gihîşt me. Piştî vê jî, xizmeta Îman û Qur’anê dê heta qiyametê berdewam bike, înşaallah.
Pêxemberê me (s.a.s) di hedîseke şerîf de wiha dibêje:
“Ji ümmeta min dê her dem cemaetek hebe ku emrên Allah bi cih bîne. Kesên ku wan biçûk dibînin an jî li dijî wan derdikevin, nikarin tu zirarê bidin wan. Heta ku emrê Allah ji bo qiyametê were, ev cemaat dê li hember mirovan bi serkeftî bimîne.”
Wekî ku ev hedîsa şerîf jî nîşan dide, heta roja qiyametê dê her dem cemaetek hebe ku mirovan gazî heq û heqîqetê bike.
Erê, ev dîn ku bi Hezretî Adem dest pê kiriye, dê heta qiyametê berdewam bike.
(Buxarî, Menâqib, 28; Tewhîd, 29; Ahmed b. Henbel, Musned, 4/101)
Divê em emaneta xizmetê ya ku li ser milê me ye, winda nekin. Em mecbûr in ku vê emaneta pîroz bi dilsozî, biratî û piştgirî bi cih bînin. Divê em wê ji her cure hesabên şexsî, berjewendiyên dinyayî û daxwazên nefsê dûr bigirin û nehêlin ku ev emanet qirêj bibe.
Allah Teala yar û alîkarê me be. Amîn.